Dahatê YEL
Em alîkariya we dikin ku hûn dahatê xwe yê YEL ku ewlehiya we ya civakî û mafê xanenişîniyê diyar dike, hesab bikin
Dahatê YEL navenda sereke ya sîgortaya we ya YEL ye: nirxandin û texmînek ji nirxê karê ku hûn dikin. Asta dahatê we yê YEL, asta ewlehiya we ya civakî û miqdarê sermayeya we ya xanenişîniyê diyar dike. Vîdeoyê temaşe bikin û ji bo texmînkirina dahatê xwe yê YEL hesabkerê me bi kar bînin.
Metna hatî nivîsîn
Silav, ez wergêrê devkî yê YEL a Varmayê me. Ev vîdeo yek ji têgehên sereke yên pergala xanenişîniya xwebixebitînên Fînlendayê yanî "dahatê YELê" rave dike.
[on screen] Dahatê YELê
Mebest ji dahatê YELê, texmînek ji nirxê darayî yê kar û çalakiya kesekî xwebixebitîn di heyama 12 mehan de ye.
[on screen] Dahatê YELê = Nirxê darayî yê kar û çalakiya we di heyama 12 mehan de
Ev miqdar ne peywendîdarî qezenckirina karî, dahatê ketiye bin bacê yan mûçeyê ku hûn didin xwe bixwe ye.
[on screen] qezenca kar û karsaziyekê
[on screen] dahatê ketiye bin bacê
[on screen] mûçeyê ji bo xwe hatiye dan
Dahatê YELê bi rastî hevwateya heman mûçeyê salane ye ku eger we bixwestana karmendekî bi pisporiya wekî ya xwe ji bo kirina vî karî wergirin, diviyabû we bida wî. Bi gotineke din, divê hûn bibînin ka çiqas divê hûn bidin kesekî din da ku karê we bike.
[on screen] Çiqas divê hûn bidin kesekî din da ku karê we bike?
Texmînkirina vê miqdarê dibe ku dijwar be; ji ber vê yekê li ser malpera Varmayê hesabkerekî bikêrhatî yê dahatê YELê heye ku li gorî gera darayî ya texmînkirî û qada karê we, texmîna yekem dide we.
[visual description] Anîmasyon mînakek ji bikaranîna hesabkerê dahatê YELê yê Varmayê nîşan dide (bi Îngilîzî). Gera darayî ya texmînkirî û qada karê tên nivîsandin, û hesabker dahatê YELê pêşniyar dike.
Eger nirxê darayî yê çalakiya karê we ji sînorê dahatê YELê yanî 9,423.09 EUR zêdetir bibe, li gorî qanûnê hûn mecbur in ku bîmeya YELê bistînin.
[on screen] Sînorê dahatê YELê: 9,423.09 EUR
Û bîra we de be: Eger dahatê we yê YELê ji sînorê bîmeya bêkariyê, yanî 15,481 EUR, biborîne, hûn dikarin bibin endamê sandoqa bêkariyê ya xwexebitîn. Endametiya di sandoqa bêkariyê de veberhênaneke baş e, ji ber ku we ji bo wergirtina para bêkariyê ya li gorî dahatê amade dike.
[on screen] Sînorê dahatê YELê ji bo bîmeya bêkariyê: 15,481 EUR
Ligel vê yekê, tê payîn ku pergala YELê di destpêka sala 2028-an de ji nû ve bê nirxandin, loma kanalan agahdarkirinê yên Varmayê bişopînin da ku ji guherînên herî nû agahdar bibin.
Her wiha bîra we de be ku hûn dikarin her dem dahatê xwe yê YELê ji nû ve binirxînin. Eger guherîneke demdirêj di mercên karê we de çêbibe — wekî geşepêdana karî, zêdebûn yan kêmbûna gera darayî, yan guherîna demjimêrên karî — ji nû ve hesabkirina dahatê YELê bi temamî hêjayî wê ye.
[on screen] Hûn dikarin dahatê xwe yê YELê ji nû ve binirxînin
Lihevhatina dahatê YELê bi mercên we yên rastîn re gelekî girîng e, ji ber ku rasterast bandorê li ser asta xizmetên ewlehiya civakî û mafê xanenişîniya we ya paşerojê dike. Çawa? Di vê barê de jî min vîdeoyeke cuda çêkiriye ku ez pêşniyar dikim hûn teqez bibînin.
Rêyeke hêsan ji bo standina bîmeya YELê, serdana malpera şirketa varma.fi ye.
[on screen] varma.fi
Hesabkirina texmînî ya dahatê YEL
Hesabkerê me bi kar bînin da ku dîtineke zelal li ser asta guncan a dahatê YEL ji bo xwe bi dest bixin.
Dahatê YELê hesab bike